Lavrov: Eger PYDê li Cinêvê amade nebe, dê civîn bê encam bimînin

Lavrov: Eger PYDê li Cinêvê amade nebe, dê civîn bê encam bimînin
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergêy Lavrov diyar kir, ku eger PYDê tevlî hevdîtinên derbarê krîza Sûryê nebe, dê ew bê encam bimînin. 

Lavrov, îro di civîneke rojnamevaniyê de li ser hevdîtinên Sûryê, ku dê roja 29ê vê mehê li Cinêvê dest pê bikin, axivî û derheqê tevlîbûna PYDê de got, eger PYDê û kurdên Sûryê tevlî wê civînê nebin, dê ew bê encam bimîne û helwesta xwe weha anî ziman, eger kurd tevlî civîna Cinêvê nebin, kêmasiyek mezin e, lê em li ser vexwandina Kurdan îsrar nakin. 

Tê zanîn, ku gengeşeya derbarê beşdarbûna Kurdan û bi teybet PYDê di civînên Cinêvê de, di van rojên dawî de gur bubû û Tirkyê bi tundî li dijî wê yekê ye, ku PYD tevlî wan civînan bibe û dibêje, eger PYDê tevlî bibe, Turkyê dê vekişe. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات